Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Teşkîlat a Hizba Dêmokrat daxuyaniyek belav kir

11:17 - 18 Şibat 2025

Navenda Teşkîlat a Hizba Dêmokrat daxuyaniyek rû bi xelkê xwedxîşeref ên Kurdistanê belav kir

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Li heyama çend rojên derbasbûyî, komara îslamiya Îranê li berdewamiya siyasetên xwe yên gemar li dijî xelkê Kurdistanê û bi rêya dezgehên ewlehî yên wek îtilaat û bi armanca bêrêzîkirin bi xelkê Kurdistanê, dest avêtiye bi çêkirina hinek malper û kanalên têlêgramî û bi awayekî berfireh, wêneyên kur û keçên bajarê Seqizê belav dike û tevî buxtankirin û gotinên kirêt, hewla jinavbirina pêwendiyên malbatî û çêkirina fitne û aloziyan daye.

Ew hewla rêjîmê ku rohn e armanca vê çêkirina derz û cudatî li nav xelkê Kurdistanê û hewldan bo kirêtkirina kesayetiya takê Kurd û jihevbelavkirina binyata malbatan e, bilî li odeyên nihênî yên wezareta îtilaatê, ti kesek din jê berpirsyar nîne, lewma hewce ye ku bêne sekinandin û xelkê Kurdistanê wek hertim bi hişarî li hember wan bisekinin.

Pêka zanyariyên berdest û piştî lipeyketina hejmarek ji çalakvanên medenî yên wî bajarî, li navendên biryarder ên rêjîmê ve hatiye ragihandin ku ew kiryarane ji aliyê Hizbên siyasî ve hatine kirin û li derveyî welat hatine rêkxistinkirin, ew yek li halekê de ye ku xelkê Kurdistanê baştir ji her kesekê dizanin ku neku ew yek rast nîne, belkû ew cihê henekkirinê ye û tişçtek din nîne.

Li wir de em hizra giştî agehdar dikin ku ew cure hewlên komara îslamî, pêştir jî hatine dîtinê û li heyva Xakelêweya îsal de jî rêjîmê hewlên vê şêwazê li çend bajarên din ên Kurdistanê de dabûn, ku li wir de jî ser nekevtin û serê wan bi kevir kevt.

Li vê derheqê de xelkê Kurdistanê, hertim bi hişariya xwe, pîlanên gemar ên rêjîmê pûş kirine û bi vekhevî û aramiyê, pişt û piştevanê hev bûne û nehiştine pîlanên dujmin serbikevin.

Bi erxahîniyê ve, beşek ji wan hewlên seqet bo vê yekê têne dan ku kesayetiya jin û keçên Kurd bi taybet li wan salên dawiyê de roleke berçav li tevgera mafxwazaneya Kurdistanê de hebûye, kirêt bikin, lewma Navenda Teşkîlat a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tevî agehdarkirina hemû xelkê Kurdistanê ji vê pîlana rêjîmê û şermezarkirina tevahiya wan kanal û rûpelên ku hewla kirêtkirina kesayatiya jin û keçên niştimana me didin, radigehînin ku her kesek hevkariyê digel wan cure kanal û rûpelên gemar bike, wek beşek ji vê pîlanê tê dîtîn û xelkê Kurdistan ji wan nabihorin.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Teşkîlat

29ê Rêbendana 1403 a Rojî