
zêdetir ji 200 parêzeran ên li dadgehên li Îranê de bi belavkirina nivîseke hevpar rû bi dezgeha dad a rêjîmê, daxwaza hilveşandina sizaya bidarvekirina “Pexşan Ezîzî, Wirîşe Muradî û Şerîfe Mihemdî” kirin.
Pêka rapora “HRANA”yê, 211 parêzeran li Îranê de, bi şandina nivîseke hevpar bo “Muhsiniyê Êjêyî” yê serokê dezgeha dad a rêjîmê, nerizayetiya xwe li hember sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser “Pexşan Ezîzî, Wirîşe Muradî û Şerîfe Mihemnedî” dane xûya û daxwaza sekinandin û hilêveşandina wan sizayên sepandî kirin.
Parêzerên Vajokerê vê nivîsê bi tekezî ragihandine ku birêvebirina sizayên wiha ne bi tenê dijayetî digel rênimûnî û yasayên îslamî, mirovî û yasayên mafê mirovî heye, belku li dijî sozên navnetewî yên Îranê li warê mafê jiyan û dadgehîkirina dadperwerane ye jî.
Herwisa li benda 3 a vê nivîsê de huşdarî hatiye dan ku li egera birêvebirina wan sizayên sepandî, dê paşhatên civakî û exlaqî li pey xwe bîne ku ne tenê dê aramiya hundirî û civakî û bêbawerî bi sîstema sizakirin a dadgehan li pey xwe bîne, dê bandoreke mezin a bê veger li ser yekîtiya netewî û seha cudatîdanîn li nav welatiyên Kurd de hebe.