Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herifîna kangehekê li Giyelanê bû sedema birîndarbûna 6 kedkaran

11:25 - 18 Şibat 2025

Kangeha rijî li Giyelanê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê ku bilî xisar û zirar bo xelkê devera Giyelanê ti qazancek bo wan nebûye, bi sedemek nexuya herifî û pêka dawî raporan 6 kedkar birîndar bûne.

Pêka raporên belavbûyî, roja Yekşemî 28ê Rêbendanê, kangeha rijî li gundê “Rûbiyan”ê ser bi bajarê Giyelanê herifî û 6 kedkar birîndar bûne, li vê dxerheqê de serokê orjans û birêveberê bûyeran ê zanîngeha zanistên pizîşkî ya Kirmaşanê, tevî piştrastkirina qewimîna vê bûyerê, daye zanîn ku 6 kedkar birîndar bûne lê ti zanyariyek li derheq rewşa wan birîndaran neda.

Tevî ku heta niha rêjîmê ti zanyariyek li derheq sedema herifîna vê kangehê belav nekiriye, lê pêka bûyerên hevşêwe yên pêştir li kangehên din de, nebûna alavên hewce yên xweparastin û birêvenebirina yasayên mudîriyeta kangehan, ji aliyê berpirsên rêjîmê, sedema bingehîn a qewimîna wan cure bûyeran bûye û heta niha jî tevî eşkerebûna wan xalên metirsîdar li kangehan li seranserê Îranê, rêjîmê ti hewlek bo çareserkirina wan pirsgirkên metirsîdar nedaye.

Kangehên li Rojhilatê Kurdistanê bilî zirar û xisarên jîngehî, ti qazancek bo xelkê wan deveran nebûye û gelêek caran rastî xisarên canî hatine an kêmendam bûne.