Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê bi berhevdanîn digel sala par 2 qat hejartir bûye

10:47 - 2 Şibat 2025

Rewşa jiyana xelkê Îranê bi berhevdanîna nirxa hewcehiyên li heyva Remezana îsal digel heyva Remezana sala par, dide xuya ku xelkê Îranê îsal, 2 qat hejartir bûye.

Pêka amareke belavbûyî li derheq nirxa xwarinan li heyva Remezana îsal, bi berhevdanîn digel heyva Remezana sala par, tê xuya ku xelkê Îranê îsal 2 qat hejartir bûye û nirxa xwarinan li navbera %80 heta %200 bilind bûye, ew yek li halekê deye ku heqdesta kedkaran û hiqûqê karmendan li navbera %20 heta %35 hatiye zêdekirin.

Pêka vê amara belavbûyî, nirxa maş ji 123 hezar Tumenî gihîştiye 280 hezar Tumenî, nok ji 100 hezar Tumenî gihîştiye 186 hezar Tumenî, sêvik ji 25 hezar Tumenî gihîştiye 70 hezar Tumenî, goştê qerisî ji 310 hezar Tumenî gihîştiye 635 hezar Tumenî, kisek birînê Pakistanî ji 640 hezarî gihîştiye milyonek û 760 hezar Tumenî û madeyên paqijkirinê jî 2 qat nirxa wan bilind bûye.

Bi vê pêkê, sifreya xelkê Îranê li heyva Remezana îsal, dê kêmtir ji nîveya sifreya xelkê Îranê li heyva Remezana sala par de be.

Pitira xelkê Îranê hejar in û pitira wan hejaran jî, li jêr hêla hejariya tevav de ne ku nikarin heta hewcehiyên destpêkî yên jiyanê jî dabîn bikin.