
Li berdewamiya bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê, vê carê jî 4 girtî ku ji aliyê rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îsfehanêp de hatine bidarvekirin.
Pêka rapora “Hengaw”ê, li sibêdeha roja Duşemî 29ê Rêbendanê, 4 girtî yên bi navên “Izet Dorekî yê temen 49 salî xelkê bajarê Fûladşehrê, Elî Îshaqî temen 39 salî xelkê bajarê Zerrînşehrê, Mihemed Şemsedînê Erbab ê temen 40 salî yê xelkê bajarê kaşanê û girtiyek din ê bi navê Mecîd ku nasnavê wî nehatiye zanîn yê xelkê bajarê Kirman”ê li girtîgeha Destgird a rêjîmê li bajarê Îsfehanê, hatine bidarvekirin.
Pêka vê raporê ew girtiyane, li dosyeyên cuda de bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber, ji aliyê dadgehên rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibûne sepandin.
Herwisa li vê rojê de girtiyek bi navê “Elî Kurd” ê temen 31 salî xelkê bajarê “Bax Melek” ku bavê 2 zarokan e û 3 salan berî niha bi tohmeta kuştina bizanebûn sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Ramhormozê de hatiye bidarvekirin.
Heta niha ragihandinên ser bi rêjîmê nûçeya bidarvekin a wan girtiyan belav nekirine.