
Pêka biryara dewleta Lubnanê, heta demeke nexuya çona balafirên şirketa Mahan Êyr bo Lubnanê hate qedexekirin û Hizbullahê jî li vê derheqê de nerizatiya xwe nîşan da.
Li heftiya derbasbûyî de li roja Pêncşemî 25ê Rêbendanê balafirxaneya Beyrûtê, derfeta rûniştina 2 balafirên rêvîngî yên şirketa mahan Êyr a rêjîma Îranê li vê balafirxaneyê de neda û piştî vê biryarê, dewleta Lubnanê ragihand ku heta aghedarkirineke din, bo heyameke nexuya, hatina balafirên rêvîngî yên şirketa esmaniya Mahan Êyr a rêjîma Îranê, hatiye qedexekirin.
Hizbulla Lubnanê li vê derheqê de nerizayetiya xwe da xuya. Ew yek li halekê de ye ku rêjîma Îranê hemû rêyan bo gihandina diraf bi milsên xwe diceribîne, lewma dewlata Lubnanê bo rêgirî ji alîkariya rêjîmê bo girûpên terorîstî, biryar daye ku îznê nede balafirên ji aliyê Îranê ve biçine ser esman û li firokexanên Lubnanê de danêne erdê û heta balafirên ku ji welatên wek Îraqê ve bo Lubnanê diçin kontrol dike û wan bi hûrî vedikole.
Rêjîma Îranê balafirên rêvîngî bo gihandina diraf, cebilxane û alavên din bo milîsên xwe bi kar tîne, lewma Îsraîl û Amerîkayê li vê derheqê de hûşdarî dane û egera êrîşa Îsraîl bo ser wan balafiran li balafirxaneya Beyrûtê de heye.