Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 488an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

00:22 - 19 Şibat 2025

Hejmara 488an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Manşêt hejmara nû a Agirî anku Rûpela 1- Peyam û axiftina rêzdar Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî ê Hizba Dêmokrat li Kongira 17ê “Kongira Yêkgirtina Dêmokratan” de.

Rûpela 2- gotara – Doma Peyama rêzdar Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî ê Hizba Dêmokrat li Kongira 17ê “Kongira Yêkgirtina Dêmokratan” de.

Rûpela 3- gotara – Gotar û peyama rêzdar Xalid Ezîzî li rêûresima destpêkirina kongireya yekgirtina Demokratan de.

Rûpelên 4- gotara - Erk ên bo bihêzkirin û geşeya “Hişmendiya Netewî û Niştimanî” , ji nivîsa Bêhzad Qadirî û wergêra Bêhzad Simko.

Rûpelên 5- gotara - Pêgeha zimanê kurdî weke zimanê zikmakî di şûnasa neteweyî û xurtkirina tevgera rizgarîxwaxiya Kurdistanê de, ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpela 6- gotara - Dijberiya Rêkxistiniyê, ji nivîsa Cano Amedî.

Rûpela 7- gotara - Gelo dê çi biqewime dema ku Xamineyî bimire?!, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 – Gotara Serokê serîhildana miletê Kurd a 1925ê Şêx Seîd û hevalên xwe îro jî rêya me rohnî dikin, Weşana ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK).

Rûpela 9 – gotara - Zihniyeta desthilata nû ya Sûriyê, ji nivîsa Ebdulezîz Qasim .

Rûpela 10 - gotara - Hecetên pêdivî bo hêrişa ser Îranê, ji nivîsa Elî Munezemî.

Rûpela 11- Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek li jêr dirûşma “ Zimanê Kurdî Hêmaya Berxwedan ê” bi hilkevta roja Cîhanî a Zimanê Dayîkê ye. Ev postêr her wekî hertim bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.

Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.