
Li pêvajoya kombûn û xwenîşandana nerizayetiya xwendekaran li berteka kuştin a xwendekarek ê bi navê “Emîrmihemed Xaliqî”, kombûnên nerizayetî her berdewam in.
Xwendekarên zanîngeha Ellame li bajarê Têhranê, rêûresmeke nerizayetî û bîranîn bo rêzgirtin ji “Emîrmihemed Xaliqî” ê xwendekarê zanista birêveberiya kar li zanîngeha Têhranê, ku ji aliyê kesekî ve bi derban çeqûyan li nêzî vê zanîngehê li kolana Cennte de hate kuştinê, lidar xistin.
Tevî ku rêjên pêştir ji kombûna nerizayetiya xwendekaran berdewam bûne, li roja Sêşemî 30ê Rêbendanê xwendekarên zanîngeha Ellame, rêresmeke bîranîn û nerizayetî li hember xemsariya berpirsên zanîngehê û herwisa reftar û kiryarên hêzên tepeserker ên întizamî û ewlehî, bi rê ve birin.
Li vê rêûresmê de xwendekaran bi rohnî ragihandine: “bikujên Emîrelî Xaliqî, bi tenê dizên li şeqaman nînin, belkû sîstemek e ku ewlehiyê fidayê neşiyan û bikêrnahitina xwe kiriye û bi kurtî, kuştin bi sedema bikêrnetaina ve êdî bes e”.
Tevî ku 2 kes bi pêka îdiaya rêjîmê wek bikujê Emîrelî hatine binçavkirin û li îtirafkirineke têlêvîzyonî de ew kuştin li stuyê xwe girtiune, lê tevî vê şanoya rêjîmê, xwendekar berpirsên ewlehî, întizamî û herwisa zanîngehê bi bikujê Emîrelî Xaliqî nas dikin.
Herwisa xwendekaran li vê rêûresmê de ragihandin ku hêzên ewlehî bi cihê dabînkirina ewlehiyê, alava serktkirin û tepeseriyê ne.