
Li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, girtiyekî siyasî yê xelkê gundê Lurzinê ser bi devera Tirgerwer a bajarê Urmiyê bi sedema nexweşiya şêrpencê, canê xwe ji dest da.
Roja Çarşemî 1ê Reşemeya 1403 a Rojî, “Enwer Çalişî” girtiyê siyasî yê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, bi sedema nexweşiya şêrpencê li nexweşxaneya Taliqanî li bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da, navbirî xelkê gundê “Lurzin”ê ser bi devera Tirgewer a bajarê Urmiyê ye.
Enwer Çalişî digel 2 kesên din ên bi navên “Mûsa Alûsî yê xelkê gundê Welinde û Kamil Seydan Mesken ê xelkê gundê Çirîkavayê” li 12ê Sermawezxa 1399 a Rojî ji aliyê hêzên hov ên spaha pasdaran a treorîstên ser bi biryargeha Hemze, ve hatine binçavklirin û li taya 6 a dadgeha inqilab a rêjîmê li bajarê Urmiyê, bi tohmeta “endametî li hizbeke Kurdî ya dijberî rêjîmê” 7 sal sizaya girtîgehê bi ser wan de sepandibû.
Enwer çalişî piştî lêkolîn û lêpirsînan, li 25ê Befranbara 1399 ji girtîgehên ewlehî yên rêjîmê bo benda siyasî ya girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, hatibû veguhastin.
Navbirî bi sedema dijayetî ya îdareya îtiolaat a spaha pasdaran a terorîst, ji mafê çareseriya pizîşkî li derveyî girtîgehê hatibû bêparkirin û li vê dawiyê û piştî alozbûna rewşa tendurustiya wî hatibû azadkirin lê bi sedema derengkevtina çareseriya pizişkî, canê xwe ji dest da.
Îdareya Îtilaat a spaha pasdaran a terorîst bi sedema bi derngxistina çareseriya pizişkî, berpirsê canjidestdana wî welatiyê Kurd e.