Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgeha “Adilabad” a rêjîmê li bajarê Şîrazê, 2 kes hatine bidarvekirin

12:12 - 19 Şibat 2025

Li berdewamiya bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîma Îranê, vê carê li girtîgeha “Adilabad” a rêjîmê li bajarê Şîrazêde 2 kes hatine bidarvekirin ku yek ji wan jin e.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî li Îranê, li sibêdeha roja Çarşemî, 1ê Reşemeya 1403 a Rojî, jinek a bi nasnavê “Baqirînijad” û girtiyekî din ê bi navê “Mehdî Îraniyan” ku pêştir bi tohmeta kuştina bi zanebûn ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li girtîgeha “Adilabad” a rêjîmê li bajarê Şîrazê de hatine bidarvekirin.

Pêka vê raporê “Mehdî Îraniyan” ê temen 28 salî, 4 sal berî niha hatibû binçavkirin, herwisa “Baqirînijad” ku navê wê nehatiye zanîn, 5 salan berî niha bi tohmeta kuştina hevjînê xwe hatibû binçavkirin.

Rêjîma Îranê hem sepandina sizaya bidarvekirinê li Îranê de gelek zêdetir û lezgîntir kiriye û hem heyama ragirtina wan girtiyan li girtîgehan de gelek kêmtir kiriye ku wan zûtir bidar veke

Rêjîma Îranê bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê li Îranê bi taybet li hember xelkê Kurd û Belûç, wek alavek bo tepeserkirina zêdetir bi kar tîne.