Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek li sînorê “Qesrê Şîrîn”ê de ji aliyê Spaha poasdaran a terorîst ve hate kuştin

12:01 - 1 Adar 2025

Kolberekî xelkê gundê “Milerolan”ê, ser bi bajarê Serpila Zehaw”, ji aliyê hêzên hov ên spaha pasdaran a terorîst ve li sînorê bajarê “Qesrê Şîrîn”ê, hate kuştin. Wan hêzan bê agehdarkirina berê teqe li wî kolberî kirine.

Pêka raporên belavbûyî, sibêdeha roja Înê 10ê Reşemeya 1403 a Rojî, hêzên hov ên spaha pasdaran a terorîst li devera sînorî ya bajarê “Qesrê Şîrîn”ê, bê agehdarkirina berê, teqe li kolberekî temen 35 salî yê bi navê “Şehnam Zahirînijad” ê  xelkê gundê “Milerolan”ê ser bi bajarê “Serpila Zehaw”ê kirine ku li encama vê teqeya rasterast de wî kolberî canê xwe ji dest daye.

Pêka raporên belavbûyî ew welatiyê Kurd ê Yarsanî, bavê 3 zarokan e.