Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmên pêşewazî li Newroza Xakîpoşan berdewam in

11:00 - 17 Adar 2025

Tevî hemû pîlan û rêgirîkirinên rêjîmê û gefxwarin li xelkê û bi taybet çalakvanên medenî, rûresmên pêşewazîkirin li “Newroza Xakîpoşan”, bi germûguriyek bê mînak, têne lidarxistin.

Li berdewamiya pêşewazîkirin li rêûresmên Newroza Kurdewarî ku îsal bi “Newroza Xakîpoşan” hatiye navdêrkirin, li çendîn û deverên Rojhilatê Kurdustanê de bi hezarn kesî bi kincên xakî, axabanî û hewriyan, pêşewazî li Newroza Xakîpoşam kirin û ji vê hêmaya netewiya xwe xwedî derkevtin û dane xuya ku îradeye gel bo xwedîderketin ji vê nasnameya netewî, gelek bihêz e.

Li vê derheqê de li “Qelawarî” ser bi bajarê “Serpila Zehaw” li parêzgeha Kirmaşanê de rêûresma Newroza Xakîpoşan bi îradeya xelkê û bi germûgurî û beşdariya hezaran kes ji xelkê wî gundî û deverê, bi awayekî bêmînak li wî gundî de hate birêvebirin û xelkê bi kincên kurdî yên xakî, axabanî û hewriyan ji nasnameya xwe ya netewî xwedi derketin û li dora agirê Newrozê kom bûn û govend girêdan û dilan kirin û rêjîma Îranê neçar bi paşekêşiyeke serşorane kirin.

Li vê derheqê de li gundê “Xolekewş”ê ser bi devera “Gawareya Goran” li parêzgeha Kirmaşanê de rêûresmeke bi şan an pêşewazî li Newroza Xakîpoşan hate lidarxistin û tevî hemû hewl û pîlanên rêjîmê, ew rêûresma bi şan bi beşdariya hejmareke berçav ji xelkê wî gundê û deverê, bi rê ve çon agirê Nerwozê hate hilkirin û xelkêl bi kincên xakî, camane û Hewriyan, ji vê nasnameya xwe ya netewî, xwedî derketin û rêûresmeke bişan bi rê ve birin.