
Li berdewamiya rêûresmên Newroza Xakîpoşan li Rojhilatê Kurdistanê, Li taxa Mecbûrava ya bajarê Mihabadê, rêûresmeke bi şan a pêşewazî li Newroza Xakîpoşan bi germûgurî bi rê ve ço.
Xelkê bajarê Mihabadê bi taybet xelkê taxa Mecbûrava ya wî bajarî, li taxa Mecbûrava de bi seh û hizra netewî û bi taybet ciwanên xweragir, tevî hemû givaşên rêjîmê rêûresmeke germûgur a pêşewazî li “Newroza Xakîpoşan” lidar xistin û ji vê nasnameya xwe ya netewî xwedî derketin.
Ew rêûresma bi şan, bi beşdariya sedan kes ji xelkê wî bajarî û bi taybet ciwanan bi lixwekirina kincên Kurdî yên xakî û axabanî û hewriyan bi rê ve ço û pêşewazî li “Newroza Xakîpoşan” hate kirin û bi starên govendî û hemasî, ew rêûresma netewî, xemilandin.
Herwisa li gundê “Qicîava”yê ser bi bajarê Mihabadê, rêjîma Îranê bi anîna hêzeke zêde ji garda taybet û hêzên din ên spaha pasdaran a terorîst hewla rêgirîkirin li vê rêûresmê da ku li encamê de şer û levdan ninavbera ciwanan û hêzên rêjîêmê de qewimî û li hember hêzên rêjîmê de bi ser ketin û li demjimêrên destpêkî ya şevê de rêûresmeke bişan bi kincên xakî, axabanî û herwiyan li taxeke bajarê Mihbadê de lidar xistin û rêjîm neçar bi paşekêşîyek serşorane kirin.
Birêveçona rêûresmên Newroza Xakîpoişan tevî hilgirê peyama nasnamexwaziya gelê Kurd û hişariya netewî, bi rêjîma Îranê daye selimand ku dema xelkê Kurd îrade bike, rêjîm nikare li hember îradeya xelkê bisekine û şiyana rêgirîkirin ji îradeya gel nîne.