
Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat li bajarê Şinoyê de çalakiyek teblîxî bo pîrozbahîkirina sala nû bi dirûşmên “Newroz pîroz be”, “Jin Jiyan Azadî” û “Qasimlo doza te berdewam e” lidar xistin.
Roja Yekşemî 25ê Reşemeya 1403 aq Rojî, li gundê “Qelatiyan”ê ser bi bajar Şinoyê, endam û alîgirên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, tevî rewşa ewlehî li deverê, çalakiyek bi armanca pîrozbahîkirina sala nû û herwisa dubarekirina soza xwe bo cîbicîkirina her erkek hizbî û netewî, lidar xistin.
Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat bi nivîsandina dirûşmên wek “Newroza we pîroz be, Jin Jiyan Azadî û Qasimlo Qasimlo doza te berdewam e” çalakiyek bi wec bi rê ve birin.
Ew çalakiya teblîxî li rewşekê de hatiye kirin ku rêjîmê hejmareke zêde ji hêzên hov û bi kirêgirtiyên spaha pasdaran a terorîst û hêzên din ên ewlehî li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û deverên ser bi wan bajaran bi armanca rêgirîkirin li birêveçûn a rêresmên “Newroza Xakîpoşan”, milîtarîze kirine.
Wan endamên têkoşer tevî pîrozbahîkirin a sala nû ya Kurdî, soza xwe bo cîbicîkirina her erkek hizbî û netewî li her dem û her rewşekê, dubare kirin.