
Amerîka bi rêya balafirên şer û bombhawêj, navend û binkeyên serbazî yên Hûsiyan li parêzgeha “Elhodeyde”yê kirine armanc û pêka dawi zanyariyên belavbûyî kompaniya berhemanîna mûşekên balistîkî û kompaniya hesin ya Husiyan kirine armanc.
Pêka rapora nû ya nûçegihaniya “El Erebiye”, li demjimêrên şevê 27ê Reşemê, Amerîkayê çendîn êrîşên esmanî yên lipeyhev kirine ser Hûsiyên Yemenê û jêrxanên serbazî û kompania hesin li parêzgeha Elhodeyde bûye armanca êrîşên giran û xisarên gelek zêde bi jêrxanên serbazî yên Hûsiyên Yemenê kevtine lê ti amarek ji kuştî an birîndarên wan êrîşan belav nebûye.
Herwisa ragihandinên ser bi milîsên Hûsian jî îdia kirine ku bi 20 dironan êrîş kirine ser gemiya balafirhilgir a Herî Tiromen a Amerîkayê.
Li devera “ElNehdîn” li başûrê bajarê Sen`ayê jî 3 êrîşên giran bi ser koşka serkomariya Yemenê hatine kirin ku hêj zanyariyên zêdetir belav nebûne.
Bombarankirina Hûsiyan li halekê de hate kirin ku Îsraîl milîsên Hizbullahê li başûr û rojavayê Lubnanê kirine armanc û şerekî giran li navbera Artêşa Sûriyê digel Hizbullahê û Artêşa Lubnanê berdewam e û pêka zanyariyên belavbûyî 3 gemiyên balafirhilgir ên Amerîkayê ber bi Rojhilata navîn ve tên.