Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Amerîkayê gef li rêjîma Îranê xwar

12:25 - 18 Adar 2025

Piştî êrîşa berfireh a Amerîkayê bo ser binke û damezraveyên Hûsiyan, Serkomarê Amerîkayê gef li rêjîma Îranê xwar ku hekî piştî vê êrîşê her kiryarekî çekdarane ya Hûsiyan bê kirin, Amerîka vê êrîşê ji aliyê rêjîma Îranê ve dibîne ku dê bertekek gelek dijwar bo rêjîmê hebe.

Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê bi belavkirina peyamekê daye zanîn ku her teqeyek ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve bê kirin, ji vê demê ve wek teqekirin ji aliyê çekên Îranê û li jêr fermana Têhranê dê bê hesibandin”, ew peyam piştî êrîşa berfireh a esmanî ya balafirên bombhawêj ên Amerîkayê bo ser binke û damezraveyên Hûsiyan, hatiye belavkirin.

Herwisa Donald Trump bi tekezî ragihand: “Rêjîma Îranê, ne tenê çek û alavên pêşkevtî bo Hûsiyan dişîne, belku bi dabînkirina zanyariyan û piştevaniya malî, rola rasterast li dariştina pîlan û birêvebirina êrîşan de heye. Her kiryareke vê girûpê bi fermana rêjîma Îranê ye, her êrîşek ji aliyê Hûsiyan ve bê kirin, dê berteknîşandana Amerîkayê, bi rêjîma Îranê be”.