Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navendeke stratejîk a zanyariyên rêjîma Îranê hate hekkirin

12:28 - 18 Adar 2025

Roja Yekşemî 26ê Reşemeya 1403 a Rojî, Navenda “ewlehiya berhemanîn û veguhastuina zanyariyan a rêjîmê ya bi kurtenavê “IFTA” ku ser bi wezareta pêywendî û zanyarî û teknolojiya zanyariyan û serkomariya rêjîmê ye, ji aliyê girûpa hekêrî ya “APT15” ve hate hekkirin lê rêjîm îdia dike ku bi lezgînî rêgirî li wan kiriye lê bi serastî xuya nine ku vê girûpa hekkêrî li vê erîşa saybêrî de heta çi astekê, zanyarî bi dest xwe ve anîne.

Navenda “IFTA” navendeke hestiyar a stratejîk a rêjîmê li erêkirin ewlehiya saybêrî ya şirketên xizmetkariyên hardwêyr û saft wêyr anku reqealav û nermealavên kampiyûterî, piştevanî, şêwrikarî, danîn û bikarxistina sîstemên kampiyûterî yên rêjmê ye.

Herwisa ev navendeke gelek hestiyar û girîng li ewlehiya saybêrî ya rêjîmê ye û bo ewlehiya saybêrî ya navend û saziyên rêjîmê bi kar tînin ku xwe ji êrîşên saybêrî û eşkerebûna zanyariyên hestiyar, biparêzin û pêşya hekbûn, eşkerebûna belge û zanyariyên hestiyar, ên rêjîmê bigre.