
Îsraîlê bi êrîşên nû yên berfireh bo ser Xezê, çendîn berpirsên payebilind ên Hemasê li devera Xezê de kuştin û îsaîlê xelkê Xezê agehdar kiriye ku ji Xezê derkevin û şer dê berdewam be.
Li êrîşa Esmanî ya Îsraîlê bo ser Hemasê li şeva derbasbûyî, çendîn fermandeyên payebilind ên Hemasê ên wek : “Mehmûd Ebû Wetafe” yê cihgirê wezîrê karûbarên navxwe û ewlehiya netewî, Behcet Ebû Sultan ê birêveberê Giştî yê ewlehî û parastin a Hemasê, Ebû Obeyde El-Camasî, endamê payebilind ê ofîsa siyasî ya Hemasê, Ebû Omer Elxitte yê birêveberî giştî yê wezareta dad a Hemasê û Ussam Eldealîs ê endamê ofîsa siyasî ya Hemasê” ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin.
Ofîsa Binyamîn Netanhayo jî ragihand ku destûra êrîşkirin bo ser Hemasê li Xezê, bi Artêşa Îsarîlê hatiye dan.
Herwisa “Îsraîl Kats” ê Wezîrê Berevaniya Îsraîl, tevî îşarekirin bi dijwarî û giraniya wan operasiyonan ragihand: “Derwazeyên Dojehê hatine vekirin û heta barimteyên li destê Hemasê neyêne azadkirin, ew êrîş dê berdewam bin”.