Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li hember îradeya Xakîpoşan şikest xwar

12:33 - 18 Adar 2025

Li çendîn gund û deverên Rojhilatê Kurdistanê, rêûresma pêşewazî li sersala nû û newroza Kurdewarî ya navdêrkirî bi “Newroza Xakîpoşan”, bi coşekî bê mînak wek serîhildanek bo xwedîderketin ji vê nasnameya netewî, bi rê ve çon û rêjîm bi hemû hewlên xwe rastî şikestê hat.

Li berdewamiya rêûresmên pêşwazîkirin li Newroza Kurdewarî ku bi navê “Newroza Xakîpoşan” hatiye binavkirin, li çendîn gund û deverên Rojhilatê Kurdistanê de bi germûgureyk bê mînak, hatine lidarxistin û rêjîma Îranê tevî hemû gefxwarin û hewldanên rêgirîkirinê, nekarî li hember îradeya xelkê welatparêz û nasnamexwaz ên Kurdistanê bisekine û rastî şikesteke serşorane hat û nekarî li hember îradeya xelkê de bisekinin.

Li halekê de ku piraniya bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê bi kirêgirtî û hêzên çekdar û ewlehî yên rêjîmê ve hatine milîtarîzekirin, xelkê bi îradeya polayina xwe û bi xwesta nasnamexwazî, li hember wan astengî û pîlanên rêjîmê sekinîn û bi ser ketin û Newroza Xakîpoşan bi awayek bi şan û bê mînak, pîroz kirin.

Li bajaroka “Kanîsor”ê  ser bi bajarê Banê, gundê “Kanîreş”ê ser bi bajarê Bokanê, Gundê “Aliyawê” ser bi bajarê Şinoyê, gundê “Şîwaşan”ê ser bi bajarê Serdeştê, gundê “Endêzê” ser bi bajarê Pîranşarê, gundê “Mûsalan”ê ser bi bajarê Serdeştê, gundê “Nimincê” ser bi bajarê Pîranşarê û gundê “Kosekerêz”ê ser bi bajarê Mihabadê, rêûresmên bişan bi kincên Kurdî yên xakî, axabanî û hewriyan, bi govend û dîlan û hilkirina agirê Newrozê, tevî xwedîderketin ji vê nasnameya xwe ya netewî, dane xuya ku îradeya gel ji her hêzekê, bihêztir e.