
Li roja derbasbûyî de 6 girtî ku yek ji wan jin û 3 xelkê Belûç in, li girtîgeha Wekîlabad a rêjîmê li bajarê Meşhedê, ji aliyê rêjîma Îranê ve bi awayê nihênî, hatine bidarvekirin.
Pêka rapora Saziya Mafê Mirov a Îranê, li sibêdeha roja Şemî 11ê Reşemeya 1403 a Rojî, 6 girtî yên bi navên “Asiye Qewîçêşm temen 45 salî, Celal Afaq temen 32 salî, Mesûd Yagîzêhî(Berahoyî) temen 35 salî, Arif Sedîqpûr temen 35 salî, Mêhrdad Kelbelî temen 35 salî û Hesen Şehrekî temen 29 salî” li girtîgeha Wekîlabad a rêjîmê li bajarê Meşhedê de hatine bidarcvekirin.
Pêştir ew hevwelatiyane bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, ji aliyê dadgeha rêjîmê ve siza bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.
Pêka vê raporê, Asiye Qewîçêşm, dayîka 2 zarokan bûye, herwisa “Mesûd Yagîzêhî û Mêhrdad Kelbelî û Hesen Şehrekî” 3 hevwelatiyên Belûç in.
Bidarvekirina wan girtiyan, bê agehdarkirina parêzerê wan û herwisa bê hevdîtina dawiya wan digel malbatên xwe, bi awayekî nihênî, hatine bidarvekirin.
Rêjîma Îranê li sala 2024 a Zayînî de zêdetir ji 503 girtî bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, li girtîgehên xwe de li seranserê Îranê de bidar vekirine.