
Xelkê gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê, tevî hemû givaş û rêgiriyên rêjîmê, bi îradeya xwe rêûresma Newroza Xakîpoşan bi rê ve birin.
Li berdewamiya pêşewazîkirin li “Newroza Xakîpoşan, li çendîn gund û deverên ser bi bajarên “Pîranşar û Dîwanderê”, bi beşdariya hezarn kes ji xelkê wan gund û deveran, bi sitran û sirûdên netewî, bi kincên xakî, axabanî û hewriyan bi govend û dîlanê li dora agirê Newrozê, ji vê hêmaya netewiya xwe, xwedî derketin.
Li gundên “Serûkanî, Peswê û Lacan”ê ser bi bajarê Pîranşarê û gundê “Nisare”yê ser bi bajarê Dîwanderê, rêûresmên bişan wek serîhildanek li hember zordariyê, bi rê ve çon.
Li rêûresmên Newroza Xakîpoşan de tevî sirûd û sitranên netewî, li gelek cihan de jî diruşmên wek “Qasimlo Qasimlo rêka te dirêjî heye” dane û bi dijmin dane selimandin ku Hizba Dêmokrat li dilê xelkê de ye, xelkek ku bi îradeya xwe li hember hemû givaş û pîlanên rêjîmê disekine û bi pêdegirî, rêjîmê neçar bi paşekêşî û şikestê dike.