Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li xistinexwarê ya balafira rêvîngî ya Ukraynê bi tawanbar hate naskirin

12:35 - 18 Adar 2025

Li encama şikayeta welatên Ukrayn, Kanada, Birêtaniya û Swêdê bi dijî rêjîma Îranê, Şêwreya Saziya Cîhanî ya Esmaniya Sivîl anku “ÎKAO”yê, rêjîma Îranê li xistinecxwarê ya balafira Ukraynê de bi tawanbar nas kir.

Roja Dûşemî 27ê Reşemeya 1403 a Rojî, Şêwreya Saziya Cîhanî ya Esmaniya Sivîl, bi tevahiya dengan, rêjîma Îranê li xistinexwarê ya balafira rêvîngî ya Ukraynê û kuştina 177 kesên li vê balafirê de, bi tawanbar nas kir.

Pêştir rêjîma Îranê di cihê bersivdana li derheq vê cinayeta xwe ya hovane, îdia kiribû ku vê Şêwreyê, berpirsayetiya hewce bo pêregihîştin bi vê dosyê nîne.

Piştî bi tawanbarnasîna rêjîma Îranê ji aliyê vê Şêwrayê ve, welatên Ukrayn, Kanada, Birêtaniya û Swêdê, destxweşî li serok û endamên Şêwreya “ÎKAO”yê kirin ku bi dengên xwe, li tenîşta malbatên qurbaniyan sekinîn û ragihandin: “hekî rêjîma Îranê nerizayetiya xwe li hember biryara “ÎKAO”yê bide nîşandan, dê rastî dosyeyek nû li Dadgeha Navnetewî ya Lahê de bibe û dosyeya duyem li dijî rêjîma Îranê li dadgeha Lahê, belgeyek din ji dadxwaziyê li dijî rêjîma sitemkar û cinayetkar e”.