Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmên Newroza Xakopîşan bi germûguriyek bê mînak bi rê ve dîçin

15:53 - 19 Adar 2025

Xelkê gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li çendîn gund, dever û bajaran de, bi hêz, şiyan û îradeya xwe ya serbixwe, tevî hemû rêgirîkirinan, Newroza Xakîpoşan bi awayek bê mînak pîroz kirin.

Li bajarê Urmiyê de rêûresma “Newroza Xakîpoşan” a wî bajarê Kurdistanî, pêka dawî raporan bi beşdariya nêzî milyonek kesan, wek serîhildanek bi germ û gurî, bi sirûda “Kîne Em” hate lidarxistin û tevî hemû rêgirîkirinan, pîlan û bernameyên gemar ên rêjmê bo alozkirina vê rêûresmê, ew rêûresma bi awayek bê mînak bi rê ve ço.

Beşdariya xelkê li rêûresma “Newroza Xakîpoşan” a wî bajarî, bi rêjeyek zêde bûye ku amara serast a beşdarbûyan ku ji deverên derdora bajarê Urmiyê jî hatibûn, bi serastî nehatiye zanîn.

Li vê rêûresma netewî û nasnamexwaziyê de hejmareke zêde ji xelkê, axabanî û kincên Kurdî yên xakî lixwe kiribûn û jin û keçan bi lixwekirina hewrî û kincên kurdî yên rengareng, li vê rêûresma bê mînak li dîroka rêûresmên Newrozî ya bajarê Urmiyê de beşdar kirin.

Herwisa li 10an gund û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê de rêûresma “Newroza Xakîpoşan” bi rê ve çone ku navê hejmarek ji wan ev in: gundê “Qarnê” ser bi bajarê Nexedê, gundên “Qelakon,Merxoz û Çaxlû”yê ser bi bajarê Seqizê, gundên “Bêwrana xwarê, Dole Germ û Sîsêr”ê ser bi bajarê Serdeştê, gundên “Kêwereş, Wiştepe û Hisênava”yê ser bi bajarê Bokanê, Serrangeha Mencel li parêzgeha Îlamê û gundê “Serdoş”ê ser bi bajarê Merîwanê” rêûresmên bi şan bi beşdariya hezarn kes bi kincên xakî û axabaniyan, bi hewrî û govend û dîlanê li dora agirê Newrozê, bi rê ve çone.

Li piraniya wan rêûresman de sirûdên netewî û li hinek cihan de sirûda Ey Reqîb û dirûşma Qasimlo Qasimlo rêbaza te berdewam e” dane û stranên hemasî û şoreşvanî û govendî hatine strandin.

Tevî ku rêjîma Îranê bi hemû aliyan ve hewla alozkirin û rêgirîkirin li wan rêûresman daye lê xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi xwest û îardeya xwe ya serbixwe, rêûresma “Newroza Xakîpoşan” li dar xistine û rêjîm neçar bi paşekêşiyê kirin û ji vê hêmaya netewî û nasnamexwaziya xwe, xwedî derketine.