Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Newrozî ya Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat bi hilkefta destpêka sala nû ya xebat û tekoşînê

18:46 - 19 Adar 2025

Peyama Newrozî ya Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat bi hilkefta destpêka sala nû ya xebat û tekoşînê

Civaka Kurdistanê!

Li destpêkê de bi hilkefta hatina Newrozê, cêşna netewî û dêrîn a Kurdan, pîrozbahiyê li we hemû çîn û qatên xelkê Kurdistanê dikin û hivîêdar in li sala nû ya jiyan û tekoşînê de jî, xebata siyasî û netewiya me û yekîtî û yêkrêziya xebatkaraneya me pêngawên zêdetir ber bi armancên vê hilbigrin. Li devdevê Newrozê de silav li we xelkê Kurdistanê ku tevî hemû givaşên gelek zêde yên komara îslamî û tev qeyranên navxweyî, alaya xebata nasnamexwaziya netewiya Kurd li Îranê de bilind ragirtiye. Silav li girtiyên siyasî ku bi serîneçemandin û xweragirî li girtîgehên komara îslamî, kirine çepera azadîxwazî û silav li malbatên wan dikin ku nirxeke giran a vê xebat û xweragiriyê, kevtiye ser milê wan. Silavan li malbatên serbilind ên şehîdan û malbata pêşmergeyên cangorî yên niştiman dikin, silav li hemû birêveber û xebatkarên Kurd dikin ku li navxwe û derveyî welat, bi hewel û tekoşîna wan a berdewam e ku rûkek zindî û her dem rû bi geşekirinê dane tevgera siyasî û netewiya Kurd li Îranê de.

Welatiyên xoşewîst!

Ew resmek cîkevtî ya xelkê Kurdistanê ye ku ji mêjve ye felsefeya Newrozê wek hêmaya jiyan û serîhilkdanê kiriye çiraya rênîşanderê jiyan û xebat û bi tekoşîn û nekevtinê, bi hevgirtî û bi yekîtî li çepera nasnamexwaziya xwede bi qahîmî, sekinîne. Li wan rojane de jî û li berdewamî ya pêvajoya tevgera netewî û nasnamexwaziya civaka Kurdistanê de hilkeftên taybet bi pêşewazî li sala nû nya rojî û rêûresmên Newrozê, bûne meydaneke din a xebat û çalakiyên siyasî û medenî. Li heyama sala derbasbûyî de û piştî rêûresma berfireh û tejî peyam û wateyên Newroza 1403 a rojî, xelkê Kurdistanê li hilkeft û derfetên curbicur de û bi afirankariyên xwe, tevî piştevanîkirin û parastina nirx û bihayên netewî yên xwe, wek hertim li hember reştirîn rêjîma serdem, anku komara îslamiya Îranê û siyasetên dijî geliyên wê li xebta û tekoşîna xwe, berdewam bûn, bo vê berdewambûn û xebat û xweragiriyê jî nirxeke zêde daye.

Xelkê Kurdistanê tevî dijwariyên jiyan û derbaskirina jiyasna rojaneya xwe ku bi sedema siyasetên çewt û tejî şaşiyên siyasî û aborî yên rêjîmê ve bi ser wan de sepiyaye, lipeyketin bi çarenivîsa siyasî û parastina kerameta miroviya xwe, piştgoh neavêtine û li her rewşekê de helwîsta bi wec a xwe hebûne. Li vê derheqê de rola civaka medenî û çalakiyên li warên cuda, wêjeyî, jîngeparêzî, mamostayan, kedkaran, parêzvanên ziman û kultûra Kurdî, mamostayên olî yên dilsoz bi ax û xelkê, jinan, ciwan û nûgihanan û …yên din, berçav û xwedî bandor bûye.

Komara îslamiya Îranê ku 46 sal e bi gitinepêşa hemû cure siyasetekeî tepeserkarane hewla dijayetî û jinavbirina hemû cur nirx û nîşaneyên netewî û nasnamexwazaneya xelkê Kurdistanê dide, li sala derbasbûy de jî û pêka karên xwe yê hertimî, tundtir û dijîtir jî reftar kiriye, ew jî li çendqatbûna kuştin, girtin, binçavkirin û bidarvekirinan li Kurdistanê bi berawird digel cihên din ên Îranê, bi ronî û bi tevavî, eşkere û xuya ye. binçavkirina ciwanan bi hêceta lixwekirina kincên xakî ku hilgirê nirx û wateya taybet bi xwe ye û gefxwarinên vê dawiyê yên dezgehên ewlehî li ser çawatiya birêveçona rêûresmên Newrozê û tirsa wan ji hêma û wan kincên xelkê Kurdistanê li hilkeft û rêûresman de bi kar tînin, nûtirîn reftara dijîgelî ya komara îslamî li hember xelkê Kurdistanê ye. Li hember de xebat û tekoşîna xelkê Kurdistanê bi sedema bilindî û hişariya netewî, rêkxistîbûna civakî û dengvedana peyama nasnamexwaziya tevgera tejî şanazî ya siyasiya Kurd li dil û hundirê her kesekî civaka Kurdistanê de çarçoveyek berfireh û kûr, li xwe girtiye. Pirsên curbicur ên Kurdistanê ku ji niha ve pênaseyek giştî ya mafxwazî û nasnamexwaziyê li xwe girtiye, bi tevlîbûn û bi hevrebûna hêza xebat û xweragirî, tevgerek mezîn rê xistine ku li her derfetek ku tê pêş, bi qeware û peyama taybet xwe dîde nîşandan. Tevgerek ku li ser pêgeha rijde tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de ji sînorên Kurdistan û Îran û Rojhilata Navîn derbas bû û li asta navnetewî de bû mînak û karlêkeriya bi wec a xwe kir.

Xelkê xebatkarê Kurdistanê!

Niha ku em ber bi nûbûna sal û hilkefta Nerwoza 1404 a rojî ve diçin, careke din, we xelkê Kurdistanê li çarçoveya rêûresm û kombûnên girseyî de ku we bi “Newroza Xakîpoşan” navdêr kiriye, bi mifahvergirtin ji dirûşm, hêma û kincên taybet, qonaxeke din a hereketa nasnamexwaziya xwe derbas dikin û bê guhdan bi asteng çêkirina desthilatê, rû bi pêşveçon û nesekinî de ne. li qonaxeke wiha de ku xelkê Kurdistanê bi şêwaz û reftarên curbicur şirove û wateya zindîbûna xwe wek netewek û pirsa xwe ya rewa dike, desthilata xosepên a komara îslamiya îranê jî li rewşea herî perîşetî û bêhêziyiya xwe de ye. Ew rêjima tepeserker li navxweyê Îranê de xwdiyê kêmtirîn rewatiya siyasî ye û li warê îdeolojîkî ve jî rastî şikesta hizrî hatiye û li asta navnetewî de jî li asta herî bêhêzî û şikestê de ye. Ev rîjîma bi dîtingeha gelên Îranê, bilî herifîn û çonê, ti rêyeke din nîne û welatê Îranê jî bê dawîhatin bi temenê vê rêjîmê, ti cure pêşkevtinekê bi xwe ve nabîne.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi piştqahîmbûn bi hêz û îradeya xelkê Kurdistanê û bi piştevanîkirin li xebata nasnamexwazaneya gel ku her niha bi qeware û şêwazên curbicur berdewam e û pêşve diçe, wa hizir dike ku bihêzkirina tevgera nerizayetiyên li navxweyê welat û xebat bo komkirina hêza meydanî ya xelkê li navxweyê welat, dikare paşekêşiyê bi siyaseta tepeserkirina rêjîmê bide kirin û li dawiyê de herifîna vê rêjîmê li pey xwe bîne. Lewma li wir ve em rû bi hemû kesayetî û hêzên siyasî yên navxwe û derweyî welat dikin û careke din jî pêdegiriyê li ser hewcehiya hestiyar a yekîtiya li nav mala Kurd, yekgirtina gelên Îranê û hewcehiya bihevnêzîkbûna zêdetir a rêkxiravên medenî û hêz û aliyên siyasî dikin û bo bidesdtveanîna vê jî, Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê hertm wek berê, amadehiya xwe radigehîne û xwe bi erkdar dizane.

Serbikeve tevgera mafxwazaneya gelên Îranê li dijî komara îslamiya Îranê

Newroz û hatina sersala nû pîroz be

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Komîteya Navendî