
Neweroza Xakîpoşan ku îro bûye meydanek bo nasnamexwaziya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û herwisa nîşandana hêz, şiyan û îradeya xelkê li hember rêjîmê, bi awayekî germûgur hate lidarxistin.
Li berdewamiya birêveçona rêûresmên Newroza îsal ku bi Newroza Xakîpoşan hatiye navdêrkirin, li dehan gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de tevî hemû hewldan û rêgirîkirinên hêzên ewlehî û leşkerî yên rêjîmê, bi awayek bê mînak, bi îradeya serbixwe ya xelkê bi rê ve çon.
Li bajarê Bokanê de rêûresmeke dehan hezar kesî ji xelkê wî bajarî û derdorê, bi kincên kurdî yên xakî, axabanî û herwiriyan bi sirûdên netewî, şoreşvanî û govend û dîlanê bi awayekî bi şan bi rê ve ço û xelkê hevdeng sirûdên netewî sitrandin.
Herwisa rêûresma Newroza Xakîpoşan li gundê “Balexçî” ser bi bajarê Nexedê, bajarê Kirind ser bi parêzgeha Kirmaşanê, gundê “Qeregul”ê ser bi biajarê Mihabadê, gundên “Badînawê û Girdê Newroz”ê ser bi bajarê Pîranşarê bi awayek bi şan hatine lidarxistin.
Rêûresma Newroza Xakîpoşan li gundên “Qeregul, Kal, Yekîkend, Sedrawa, Hacîlek, Hemamiyan, Daşbend, Naçît, Melaler û Rehîmxan”ê ser bi bajarê Bokanê jî bi germûgurî, hatine lidarxistin.
Li wan rêûresman de diruşma “Qasimlo Qasimlo riya te dirêjî heye” hatine dan û sirûdên netewî û starên şoreşvanî bi beşdarî û hevdengiya xelkê hatine strandin.
Rêjîma Îranê bi hemû pîlan û rêgiryan, li hember xwest û îradeya serbixwe ya xelkê de, şikesteke mezîn a serşorane xwar.