Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Merasima xaksipariya termê 6 çiyagerên bi girseyekî berfireh bi rê ve ço

12:03 - 2 Adar 2025

Girûpeke çiyageran li bilindahiyên çiyayê “Heft Taş”a bajarê Banê ku kevtne bin reniyê ku li encamê de mixabin 6 çiyageran canê xwe ji dest dan,  piştî evê ku termên wan hatine peydakirin bi beşdariya hezaran kes ji xelkê bajarê Banê û derdor û ji gelek nawçên Rojhilatê Kurdistanê ve, merasima xaksipariya wan bi rê ve ço.

Ev çiyagerane li bilindahiyên çiyayê “Heft Taş”ê ser bi bajarê Banê, li 33 kîlometriya rêya bajarê Banê bo gundê “Beyan Derê”, rastî reniyê hatibûn ku 6 çiyageran mixabin canê xwe ji dest dane û çendê dinê jî bi birîndarî piştî çendîn demjimêran lêgerînê, hatin peydakirin.

Xelkê xebatkar û yêkrêze Rojhilatê Kurdistan vê carê jî û bo hilgirtina xema can ji destdana wan 6 çiyagerên xwe, beşdarî li rêûresma bi axê spartina termê wan çiyageran, hemaseyekî dinê afirandin.