
Hejmara 490an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin
Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:
Manşêt hejmara nû a Agirî anku Rûpela 1- Peyama Newrozî ya Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat bi hilkefta destpêka sala nû ya xebat û tekoşînê. Peyama rêzdar Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta cêşna Newroz a 1404 a Rojî, dikevne ber çavan.
Rûpela 2 – Deqa Peyama Newrozî ya Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat bi hilkefta destpêka sala nû ya xebat û tekoşînê.
Rûpela 3 – Deqa Peyama rêzdar Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta cêşna Newroz a 1404 a Rojî.
Rûpelên 4 - gotara - Girîngiya sembolên neteweyî di serdema torên civakî de, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.
Rûpelên 5 - Pêvajoya «Aştîyê» û bidavîanîna «terorê» di navbera PKK û dewleta turk de, ji nivîsa Elî Munezemî.
Rûpela 6 - gotara - Newroza Xakîpoşan li Urmiyê: daxuyaniya yekîtî û nasname ya Neteweyî, ji nivîsa Serbest Urmiye.
Rûpela 7 - gotara - Newroz li Kurdistanê: Cejna biharê yan sembola berxwedanê?ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 - Gotara – Pirsa Kurdî di navbera Şam û Hisiçe de, ji nivîsa Ebdulezîz Qasim.
Rûpela 9 - gotara - Hinek nêrîn li derbarê banga Ocelan, ji nivîsa Mistefa Ozçelîk Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê.
Rûpela 10 - Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq lihevkirina HSD û dewleta Sûriyê de daxûyaniyek bealav kir. Hewrisa gotara - Zimanê zikmakî ber bi dil ve dibe, ji nivîsa Vênûs Fayêq, û wergêrandina Hesen Mukerem.
Rûpela 11- Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek li jêr dirûşma “NEWROZA XAKÎPOŞAN”, bi Ev postêr her wekî hertim bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.
Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.