
Li berdewamiya rêûresmên newoza Xakîpoşan de, bi dehan rêûresmên Newroza Xakîpoşan tevî hemû givaşên rêjîmê, hatine lidarxistin.
Li gundê “Tengêser, Niyer û Ewîheng”ê ser bi bajarê Sinê, gundên “Sedbar, Sawan û Bilesen”ê ser bi bajarê Banê, gundê “Nestan”ê ser bi bajarê Rebetê, gundê “Kawana xwarê”, ser bi bajarê Mihabadê, gundên “Baxê Qazî, Axutman û Qaraway mezin”yê ser bi bajarê Bokanê, li nav bajarên Seqiz û Şino yê, gundê “Kotol”ê ser bi bajarê Kelaxwê û gundê “Neminc”ê ser bi bajarê Pîranşarê, rêûresma Newroza Xakîpoşan hatine lidarxistin.
Li wan rêûresman de sirûd û stranên netewî ji aliyê beşdarbûyan ve hatine strandin û li dora agirê Newrozê govend girêdan û bi kincên kurdî yên xakî, axabanî hewriyan û dana dirûşmên netewî, Newroza Kurdewarî ya binavkirî bi Newroza Xakîpoşan pîroz kirin.
Xelkê Rojhilatê Kurdistanê bo xwedîderketin ji vê hêmaya natewî û nasnameya xelkê Kurdistanê, bi hemû givaş û pîlanên rêjîmê, ew rêûresmane lidar xistine û ji vê nirxa netewî û nasnameya Kurdî, xwedî derketin.li piraniya gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de ew rêûresma nasnamexwazî hatine li darxistin û hêj berdewam in.