
Hejmarek ji malbatên şehîdan ên tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê li yekem roja sala 1404 a Rojî, Newroza xakîpoşan de li ser gora zarokên xwe yên Şehîd amade bûn û tevî nû kirina peymanê digel xwîn û riha wan, sirûdên netewî û şoreşgerî strandin.
li yekem roja sala 1404 a Rojî de malbatên şehîdên tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê li Newroza xakîpoşan de li ser gora zarokên xwe yên Şehîd li çendîn bajarên Rojhiolatê Kurdistanê de amade bûn û tevî bilindragirtina nav, yad û armancên pîroz ên wan şehîdan, peyman digel wan nû kirin ku domderê rêka wan bin, û sirûdên netewî û şoreşgerî strandin.
Li bajarê Dêhgulanê malbatên şehîd “Muhsin Niyazî, Şadiman Ehmedî û Riza Lotfî û çend şehîdên din”, li bajarê Bokanê de malbatên şehîd “Şehriyar Mihemedî, Emced Ênayetî, Hejar Mamxusrewî û Hîwa Cancan û çend şehîdên din, li bajarê Şinoyê de malbata çend şehîdan wek şehîd “Mîlan Heqîqî”, li bajarê Seqizê de malbatên şehîd “Fireydûn Mehmûdî Danyal Pabendî û çend şehîdên din”, li bajarê Pîranşarê de malbata Şehîd Komar Deroftade û li bajarê Sinê de malbatên şehîd “Ramîn Fatêhî, Peyman Minberî û çend şehîdên din” yekem roja sala 1404 li ser gora zarokên xwe yên şehîd amade bûn.