
Hêzên çekdare Rejîma Îranê li navçeya Sorkêwê ya bajarê Banê bi teqeya raste rast kolberekî Kurd kuştin.
Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku hêzên hov ên çekdare rejîma Îranê roja 20ê Adarê li sînorê navçeya Sorkêwê ya girêdayî bajarê Banê ve li Rojhilatê Kurdistanê, kolberê ciwan ê bi navê Sîna Rustempûr, dane ber desrêja guleyan û kuştin.
Hat ragihandin ku ew kolberê ciwan ji sînga xwe ve bû kevte ber derba guleyên hêzên dije mirove rêjîmê û canê xwe ji dest da.
Hengawê diyar kir ku Sîna Rustempûr zewicî û bavê zarokekî bû.