Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyekî milîsên ser bi rêjîma Îranê li Dêrezorê de hate girtin

12:19 - 22 Adar 2025

Fermandeyê hêza “Zeynebiyûn” ku girûpek ser bi rêjîma Îranê li Sûriyê de ye, ji aliyê hêzên ewlehî yên Sûriyê ve hate girtin, ku nasnameya Îranî jî vergirtibû.

Çavdêrê mafê mirovî li Sûriyê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku fermandeyê girûpa Zêynebiyûn ê bi navê “El-Zewîhî” ku nasnameya Îranî jî vergirtibû, û li cinayetên rêjîma Beşar Esed bi dijî xelkê Sûriyê de rol hebûye û beşdar bûye, ji aliyê hêzên ewlehî yên Sûriyê ve hate girtin.

Navbirî ji rêjîma Îranê nasnameya Îranî vergiertibû, herwisa ew bi desthebûn li hejmarek kiryarên wek bacvergirtina bi zorê, qaçaxkirina madên hişber, dizîna darayî ya kesên medenî û firotina erdê xelkê awarebûyî hatiye tawanbarkirin ku bi bikirêgirtiyên rêjîma Îranê û Efxaniyên ku nasnameya Sûriyê vergirtine, ev cinayetane encam dane û hatiye tawanbarkirin û girtin.

Herwisa “Ebdulkerîm El-Mehîmîd” ê berpirsê ewlehî yê parêzgeha Dêrezorê yê serdema rêjîma Beşar Esed jî hatiye girtin.

Piştî ku hejmareke zêde ji milîsên ser bi rêjîma Îranê li Sûriyê de çekên xwe dane hêzên Sûriyê, hejmareke ji wan milîsan ji vê yekê xwe parastin ku li encamdana tawanên wek kiryarên binpêkirina mafê mirovî û cinayetên şer tawanbar in.

Her rojê hejmarek ji milîs û bi kirêgirtiyên rêjîma Îranê li Sûriyê de têne girtin.