
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq peyama rêzdar Ocalan, daxuyaniyek belav kir û tekeziyê dike ku Hizba Dêmokrat bi çavek erênî, mêzeyê proseya aşitiyê li Tirkiyê dike.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Daxuyaniya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq peyama rêzdar “Ebdullah Ocalan”
Roja Pêncşemî 9ê Reşemê, peyama rêzdar “Ebdullah Ocalan”, serokê girtî yê “PKK” ê, ji aliyê heyeta “DEM” partiyê bi beşdariya hejmarek ji kesayetiyên siyasî li bajarê Îstenbolê rû bi raya giştî, hate xwendin.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku her tim bawerî bi rêçareyên aşitîxwazane wek baştirîn bijarde bo çareserkirina pirsa Kurd li hemû beşên Kurdistanê, bi çavê erênî mêzeyî mijarê dike û hivîdar e ku ev proseya bi baştirîn şêwazê, pêvajoya asayî û yasayiya xwe derbas bike û encama dilxwaz a her du gelên Kurd û Tirk li Tirkiyê, li pey xwe bîne.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Desteya Kargêrî
11ê Reşemeya 1303 a Rojî
1ê Adara 2025 a Zayînî