Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroza Xakîpoşan li binkeya navendî ya Hizba Dêmokrat de hate pîrozkirin

12:21 - 22 Adar 2025

Êwara roja Pêncşemî 30ê Reşemeya sala 1403 a Rojî, rêûresmek bo pîrozkirina Newroza Xakîpoşan, bi beşdariya endamên rêberî, kadr û pêşmerge û malbatên Dêmokrat û hejmarek ji endamên Hizba Dêmokrat, li binkeya navendî ya Hizba Dêmokrat a Kurdiustana Îranê de hate lidarxistin.

Rêûresim bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê Şehîdên Kurd û Kurdistanê, ji aliyê “Şewnem Hemzeyî” ya pêşkêşkara rêûresmê, dest pêkir.

Piştre rêzdar “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdiustana Îranê, peyama newroziya xwe, pêşkêşî beşdarbûyan kir.

Rêzdar Mistefa Hicrî li vê peyamê de tevî pîrozbahîkirina Newrozê li hemû netewên azadîxwaz ên Îranê û bi taybet netewa Kurd, malbatên serbilind ên şehîdan û civaka hişar û azadîxwaz a Kurdistanê ragihand: “Civaka Rojhilatê Kurdistanê bi sedema siyasîbûna nasnamexwaziya Kurdî û ceribandina dûr û nêzîk li tevgera netewî û medenî, şiyana xwerêkxistinkirinê heye. Civakek pêşeng ku li meydanê de ye, xwe bi xwediyê pirsa netewî û nasnameya xwe ya netewî dizane. Her li vê derheqê de wek Hizba Dêmokrat a Kurdiatana Îranê, em wa hizir dikin ku rewşa nû ya deverî û bêhêziya û lewaziya rêjîma îslamiya Îranê li navxwe û derve, îmkan û derfetek bo avakirina hevpeymaniya azadîxwazan û herêmên netewî yên gelên bindest ên li dijî vê rêjîmê, afirandiye.

Rêzdar Mistefa Hicrî li parekî di a peyama Newroziya xwe de got: Li derheq Rojhilatê Kurdistanê, em tekeziyê li ser vekhevî û hevxebatî ya hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin. Wek Hizba Dêmokrat, bi şirovekirina rewş û derfetan û gefên li ser rêya tevgera netewî ya Kurdistanê, em berpirsayetiya xwe ya dîrokî tînin ber çavên xwe. Bi şirovekirina alî û kûrahiya guherînan, tevî xwerêkxistinkirinê, em tekeziyê li ser gotara Kurdistanî, vekheviya niştimanî û bihevgihîştina netewî, dikin.

Li beşek din a vê rêûresmê de sirûdek li jêr navê “Xakîpoş” ji aliyê kora hunerî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve, bi beşdarbûyan hate pêşkêşkirin.

Piştre ji aliyê çend pêşmergeyên Hizba Dêmokrat ve, meşxela agirê Newrozê pêşkêşî rêzdar Mistefa Hicrî, û “Armîn Hunerwer” ê kurê Şehîd “Eyûb Hunerwer” û “Rozîta Ebdî” ya keşa Şehîd “Rêbwar Ebdî” hate kirin û agirê Newrozê li nav girseya Xakîpoşanên Dêmokrat de hate hilkirin.

Rêûresim, bi şayî û gond û dîlana Xakîpoşên çepera xebatê, bi dawî hat.