
Li berdewamiya birêveçon a rêûresmên Newroza Xakîpoşan de li çendîn deverên Rojhilatê Kurdistanê de tevî hemû givaş, rêgirîkirin û gefxwarinên rêjîmê, hatine lidar xistin.
Li bajaroka “Nê”yê ser bi bajarê Merîwanê, bi beşdariya hezaran kes ji xelkê vê bajarokê, rêûresmeke bi şan , bi kincên Kurdî yên xakî, axabanî û hewriyan û strandin a sirûdên şoreşvanî, rêûresmeke bi şan bi govend û dîlana hezaran kesî, hate lidarxistin û agirê Newroza Xakîpoşan hate hilkirin.
Li gundê “Mehmeşe”yê ser bi bajarê Nexedê, bi beşdariya hezaran kes ji xelkê gund û derdora vê, bi kincên xakî, axabanî û hewriyan, Newroza xakîpoşan bi germûgurî, hate lidar xistin.
Herwisa li gundê “Çiyane”yê ser bi bajarê Pîranşarê jî, rêûresmeke bi şan hate lidarxistin.
Li gundê “Sarde Kiwêstan”ê ser bi bajarê Bokanê jî ciwanên wî gundî axabanî û kincên xakî bi girêdana govendeke bi germ û gur, Newroza Xakîpoşan pîroz kirin.
Ew rêûresmên Newrozî, tevî hemû givaş, rêgirîkirinên hêzên ewlehî û leşkeriyên rêjîmê, gefxwarin û heta li hinek cîhan de bi gefa teqekirin, binçavkirina xelkê medenî û cihgîrkirina hêzên leşkerî û ewlhehî li cihê birêveçona wan rêûresman, bi xwest û îradeya xwe ya serbixwe, lidar xistine û ji Newroza Kurdewarî wek hêmayek ji nasnameya Kurdî, xwedî derketine.