
Encumena girtiyên siyasiye Azarbaycanê, reftara regezperestaneya hejmarek ji Azeriyên tundajoyên li bajarê Urmiyê bi tundî şermezar kirin û bi tekezî, ev pîlaneke rêjîmê binav kirin.
Encumena girtiyên siyasî yê Azarbaycanê(ADAP)ê li derheq bilindkirina pilakardên regezperestane û dana dirûşmên reşandina tovê kîn û dujminayetiyê li rêûresma hikûmî ya salvegera şehadeta “Îmam Elî” li bajarê Urmiyê, daxuyaniyek belav kirin û ew kiryar bi pîlaneke dariştî ya rêjîma Îranê binav kirin.
Wê “Encemena daye zanîn: “Ew êrîş tenê bo ser civaka Kurdî li bajarê Urmiyê de nîne, belkû hewldanek bi armanca lawazkirin û bêhêzkirina berxwedana aşitîxwazaneya xelkê Azarî li hember rêjîma Îranê ye ku nirxên gelek giran li pêxema doza dadperwerî û kirameta mirovê de jî, dane.
Herwisa gelek kesayetî û aliyên Azerî, daxwaza sekinin li hember wan kiryarên regezperestane kirine û şirovekarên siyasî jî bi tekezî dane zanîn ku bajarê Urmiyê ji çendîn pêkhateyên cuda yên netewî û çandî pêk hatiye û nabe bibe meydana fitna rêjîma Îranê.
Rêjîma Îranê bi wan pîlanên xwe yên qirêj, dixwaze tola piştevanîkirin û yekîtiya li navbera gelên Kurd û Azerî li şoreşa Jînayê de ji xelkê bajarê Urmiyê veke û bo vê yekê, bi kirêgirtiyên xwe bi kar tîne.