Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Belûçistan û Kirmanê 2 pasdarên terorîst û 2 polîsên rêjîmê, hatine kuştin

12:15 - 2 Adar 2025

Li bajarê Rîganê de 2 polîsên rêjîmê ji aliyê kesên nenaskirî ve hatine kuştin û herwisa 2 pasadarên terorîsat ên rêjîmê ji aliyê hêzên Ceuşuledil ve li Belûçistanê, hatine kuştin.

Pêka raporên belavbûyî, roja Şemî 11ê Reşemeya 1403 a Rojî, 2 polîsên rêjîma Îranê yên bi navên “Hadî Emîrzade” ku pileya ustuwar yekemî hebûye û herwisa “Pûrya Asbşarî” ku serbazê rêjîmê bûye, li encama teqeya kesên nenaskirî yên çekdar de li bajarê Rîganê ser bi parêzgeha Kirmanê, hatine kuştin.

Heta niha sedema teqekirin û nasnameya wan çekdarên nenaskirî, nehatiye zanîn.

Herwisa sibêdeha roja Şemî 11ê Reşemê de 2 pasdarên terorîst ên rêjîma Îranê, li bajarê Serawanê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, ji aliyê hêzên Ceyşuledilê ve hatine kuştin ku nasname û pileyên wan pasdarên terorîst, nehatiye zanîn.