
Zêdebarî givaşên rêjîmê bo pêşîgirtin ji birêveçona merasimên Newrozê, li dever û gund û bajarên Kurdistanê de, merasimên girseyî tên lidarxistin.
“Newroza Xakîpoşan” weke cêjna netewî û nasnamexwaziya gelê Kurd bi kincên xakî, axabanî û hewriyan, bi sirûd û stranên netwî, û govend û dîlana xelkê têniyê azadiyê hatine lidarxistin û rêjîmê li hember îradeya xelkê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de şikest xwar.
Li bajarê Giyelanê de rêûresmeke bi şan û gelek mezin bi beşdariya hezaran kes ji xelkê wî bajarî û derdorê, hate lidarxistin, herwisa li devera Dalahoyê li gundên “Bawe Yadigar û Biyame”yê de bi hezaran kesî beşdarî kirin; Li bajarê Seqizê de li gundên “Tomar Qamîş û Çapan”ê û herwisa li bajarê “Qesrê Şîrînê” de jî rêûresmên bi şan bi rê ve çone.
Herwisa li gundê Nê ser bi bajarê Merîwanê, “Fîrûzawa û Kolecûyê” ser bi bajarê “Eywan”ê li parêzgeha Îlamê, gundê “Awîheng” ê ser bi bajarê Sinê, gundên “Gerdîglan û Hesar”ê ser bi bajarê Bokanê, devera Lekistan a ser bi bajarê Hêrsînê, gundê “Derdrêj”ê ser bi bajarê Kirmaşanê, gundê Hêrawa”yê ser bi bajarê Tîkabê, gundê “Wilejêr”ê ser bi bajarê Merîwanê, gundên “ Daymaw û Çeqel Mistefa” ser bi bajarê Nexedê û gundê “Nestan”ê ser bi bajarê Serdeştê, rêûresma newroza xakîpoşan bi rê ve çone.
Li merasima Newroza Xakîpoşan a bajarê Giyelanê de, piştevanî li bêrêveçona rêûresma Newroza Xakîpoşan li bajarê Urmiyê de hate kirin.
Rêjîmê tevê hemû hewlên xwe bi cihgîrkirina hêzên leşkerî û ewlehi li cihê rêûresman, daxistina rê û gefxwarin û girtina welatiyan, nekarî li hember îradeya serbixwe ya xelkê bo xwediderketin li vê hêmaya nasnamexwaza gelê Kurd bisekinin û şikest xwarin.