Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma Newroza Xakîpoşan bi berdewamî têne lidarxistin

12:29 - 26 Adar 2025

Tevî hemû gefxwarin, girtin û huşdarîdanên rêjîmê, xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi germûguriyek bê mînak, wek serîhildanekê, rêûresma Newroza xakîpoşan bi sirûd û dirûşmên netewî, bi govend û dîlanê, pîroz kirin.

Li bajarê Awdananê ser bi bajarê Îlamê û herwisa bajarê “Şabat”ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, rêûresmên gelek mezin û berfireh bi beşdariya dehan hezar kesî, bi kincên Kurdî yên xakî, axabanî û herwiyan, dirûşma “Jin Jiyan Azadî”, sirûd û stranên netewî, govend û dîlanê li dora agirê Newrozê, ew rêûresma netewî û nasnamexwazî, lidar xistin.

Herwisa li bajarê “Qesrê Şîrîn”ê,  gundê “Asmanawa”yê ser bi bajar “Çirdawil”ê li parêzgeha Îlamê, gundê “Terwal”ê ser bi bajayê “Dêwulan”ê, devera “Karezan” a ser bi bajrê Îlamê, gundê “Bêwenîj”ê ser bi bajarê “Kirind”ê li parêzgeha Kirmaşanê, gundê “Xoş Qişlaq”ê ser bi bajarê Seqizê, gundê “Berdereş”ê ser bi bajarê “Banê” û herwisa gundê “Qeladarî”yê se bi bajarê Şabatê, rêûresmên bi şan bi beşdariya hejmareke gelek zêde ji xelkê wan gund û deveran bi kincên xakî, axabanî û hewriyan bi rê ve çoine û xelkê bi îradeya xwe ya serbixwe, li vê hêmaya netewî û nasnameya Kurdî, xwedî derketin.

Hêzên rêjîmê li wan rêûresman de hemû hewla xwe dane ku bikarin rêgirî ji birêveçona wan bikin lê bi berxwedan û hewlîsta xelkê û îradeya qahîn a wan, rêjîm li hember vê îradeya wan rastî şikestê hat û xelkê bi dirûşm, sirûd û stranên netewî û şoreşvanî, bi govend û dîlan li dora agirê Newrozê, bi awayek bi şan, ji hêmaya nasnamexwaziya xwe, xwedî derketin