
Codît Mîlêr, Rojnamevana binavûdeng a Amerîkayê ku xelata “Polîtzêr” jî bi dest xwe ve aniye li hevpeyvîn digel Rojnameya Îsraîlî ya bi navê “Yed`ûd Aharanot” de bi rohnî ragihand: “ kite rêya çareserkina pirsgirêka bernama navkî ya rêjîma Îranê, piştevanîkirin li xelkê wî welatî bo guherîna rêjîma îslamiya Îranê û rizgarbûn ji vê rêjîma qirêj e”.
Wê rojnamevana Amerîkayî ku zêdetir ji 50 sal pêşîneya lîkolînan li derheq rewşa Rojhilata Navîn bo rojnameyên “New York Times û Fox News”ê hene, daye zanîn ku bi operasiyonên serbazî bi ser damezraveyên navkî yên rêjîma Îranê gefa navkî ya vê rêjîmê bi serastî nayê çareserkirin, belkû take rê ya çaresekirina bingehîn ya pirsgirêka gefa navkî ya rêjîma Îranê, piştevanîkirin li xelkê Îranê bo guherîna vê rêjîmê ye.
“Codît Mîlêr”ê da zanîn ku hekî guherîna rêjîmê li Îranê de biqewime, şansê dawîhatin bi gefa bernameya navkî gelek zêdetir e.
Herwisa vê rojnamevana lêkoler ragihand ku renge bi êrîşa serbazî û encamdana operasiyonan bikarin bernameya navkî ya rêjêmê hinekê paşta bêxin, lê take çareseriya serast, rizgarbûn ji vê rêjîma Îslamî ye.