Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera qewmîna bûyerên girîng di navbera Îran û Amerîka yê de heye

12:38 - 29 Adar 2025

Serkomarê Amerîkayê tevî tekezî li ser daxwaziya Amerîkayê bo danûstandin digel rêjîma Îranê ragihand ku hekî ew danûstandin bi rê ve neçin, tiştên gelek xirab bo rêjîma Îranê dê biqewimin, lê zanyariyên zêdetir eşkere nekirin.

Roja Înê 8ê Xakelêweya 1404 a Rojî, Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê, ragihand ku Amerîka dixwaze digel Têhranê li derheq bernameya navkî bigihîje lihevkirinê, neku dê bûyerên gelek xirab bo rêjîma Îranê dê biqewimin, bûyerên ku ez bi xwe naxwazin biqewimin, em dixwazin kar bi danûstandinê pêşda here.

Amerîka dixwaze bernameya navkî, mûşekî û herwisa pirsgirêka alîkaridan bi milîsên ser bi rêjîma Îranê bi yekcarî ji nav bibe lê pêka zanyariyên belavbûyî li ragihandinên rêjîmê, Têhran amade nîne bi awayê rasterast digel Amerîkayê danûstandinê bike û amade nîne bi ti awayek bernameya xwe ya navkî herwisa mûşekiya xwe bisekinîne û pirsgirêka milîsên ser bi rêjîmê jî li stuyê xwe vekiriye û gotiye ku Amerîka dibe digel wan girûpan danûstandinê bike û ti pêywendiyek bi rêjîma Îranê ve nîne.

Heta niha Amerîkayê ti îşareyek bi vê bersiva rêjîmê nekirine û xuya nîne ku ev bersiv bi fermî bi Amerîkayê hatiye ragihandin an jî ew şanoyeke din a rêjîmê bo perdepoşkirina teslîmbûn bi mercên Amerîkayê ye.