
Deqa peyamê wiha ye:
Xelkê niştimanperwer ên Kurdistanê!
Jinên bivêr û xwedî seh!
Îsal jî wek salên derbasbûyî, xelkê Kurdistanê bi morel û gurûtîneke nû, mijûlê xweamadekirin bo pêşewazî li Newroza Kurdewarî ye û bi vê armancê jî, beşeke berçav ji xelk û çalakvanên medenî yên Kurdistanê, bi diyarîkirin a “Şêwraya Ferhengî ya hilkeftên Rojhilatê Kurdistanê” li gazîkirinekê de tevî daxwaz ji xelkê Kurdistanê bo beşdarbûn li rêûresmên Newroza Kurdistanê, navê Newroza 2725 a Kurdî, bi “Newroza Xakîpoşan” navdêr kirine.
Newroz wek hilkeftek mezin a netewî, bûye derfetek bo nîşandan û selimandin a nasname û hezkirin li nîştiman.
Li heyama salên derbasbûyî, jinan beşdariyek gelek girîng li tekoşîna siyasî û netewî, bi taybet li rêûresmên Newrozê de habûn.
Jinan li birêveçon û pêşxistina rêûresmên Newrozê de, roleke girîng hene, beşdarîkirina jinan û ciwanan li şano û sitrandina sitranên Kurdî û çalakiyên Newrozê de cihê balkêşandin û nirxpêpdanê ye.
Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê, piştevanî li vê gazîkirin a çalakvanên medenî û xelkê Kurdistanê dike û daxwaz li jinên azadîxwaz û mafxwaz ên welat dike ku îsal jî wek salên pêştir, bi gurûtîn ve mil bi mil û hevrê digel mêran, li rêûresmên Newrozê de beşdariyê bikin û bi lixwekirina axabanî, hewrî û kincên xakî, berevanî li nasnameya xwe ya netewî bikin; Em hemû, yekdil û yekgirtî, careke din didin nîşandan ku heta gihîştin bi mafên xwe, bêsekinîn û li ser pêyên xwe, li meydanê de ne û bi şêwazên cur bi cur, hebûn û mafên netewiyên xwe radigehînin û li hember zewtkiriyên mafê xwe de disekinin. Careke din, wek serîhildanekê, li rêûresmên Newrozê de beşdariyê dikin û sirûda berxwedan û azadî û bivêriyê û sekinîn li hember dagîrkeran, disitrînin.
;Pîroz be “Newroza Xakîpoşan”
; Her geş be agirê Newroza me ya Kurdewarî
; Serbikeve xweragirî û xebata netewî û azadîxwazî û vekhevîxwaziya me li jêr sîbera tekoşîn a Bajar û Çiya
Komîteya Birêveberiya Giştî
Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê
9ê Reşemeya 2724 a Kurdî