
heyetek a Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê bi serperestiya rêzdar “Newîd Mêhrawer”, endamê Deftera Siyasî ya Komelê serdana Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kir.
Roja Şemî 11ê Reşemeya 1403 a Rojî, heyetek a Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê bi serperestiya rêzdar “Newîd Mêhrawer”, endamê Deftera Siyasî ya Komelê, bi armanca pîrozbahîkirin a Kongireya 17 ya Hizbê, Kongireya Yekgirtina Dêmokratan, serdana Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê heyeta Hizbê ve bi serperestiya rêzdar “Mihemednezîf Qadirî”, endamê Desteya Kargêrî û hejmarek ji hevrêyên rêberatî û berpirsên Hizbê, pêşewazî li wan kir.
Li vê serdana dostene de rêzdar “Mihemednezîf Qadirî” bi navê Desteya Kargêrî û rêberatiya Hizbê, spas û pêzanîna Hizbê, pêşkêşî heyeta Komelê kir û li derheq encam û armancên Kongireya Hizbê, siyaset û dîtingehên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li rewşa niha ya xebat û hewcehiya bi hevkarî û hevxebatî li navbera aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, gotarek pêşkêş kir.
Li vê hevdîtinê de li navbera heyeta Hizbê û heyeta Komelê de pirsa diyalog a li navbera Partiya Kedkarên Kurdistanê(PKK) û dewleta Tirkiyê hate baskirinê û her du aliyan, pêdegirî li ser çareseriya aştîxwazane ya pirsa Kurd li her yek ji beşên Kurdistanê de kirin.
Li dawiya vê hevdîtinê de her du heyetan, pêdegirî li ser qahîmkirin a pêwendiyên li navbera Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê û Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kirin.