
Aborînasekî rêjîma Îranê bi eşkere daye zanîn ku zêdetir ji %70 a xelkê Îranê, şiyana malî ya dabînkirina hewcehiyên xwe nînin û ew rewş dê hêj dijwartir bibe.
Ferşad Moiminî, yê aborînasê rêjîmê li derheq rewşa aborî ya xelkî Îranê bi eşkere ragihand ku zêdetrir ji %70 a xelkê Îranê nikarin hewcehiyên jiyana xwe dabîn bikin, û nirxa yaraneya ku li sala 1389 a rojî de bi qatên hejar dihate dan 44 hezar û 500 Tumen ku li vê demê beranber bi 45 Dolaraan bû lê niha hemen yarane bi hejaran tê dan ku ji nîv Dolarî jî kêmtir e.
Herwisa navbirî daye zanîn ku pêka amarên fermî %30 a xelkê Îranê li jêr hêla hejariyê de ye lê li rastiyê de %40 a xelkê din jî devedevê kevtin li jêr hêla hejariyê de ye û zêdetir 3 li ser 4 a xelkê Îranê, rastî qeyrana dabînkjirin a hewcehiyên xwe hatine nikarin hewcehiypên xwe dabîûn bikin.
Îtirafkirina aborînasekî rêjîmê ku serdemekê şêwirkarê aborî yê kabîneyeke rêjîmê bû, dide xuya ku rewş ji ya tê xuya gelek dijeartir e.