Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 12 kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon

11:27 - 3 Adar 2025

Kedkaran, çalakvanên medenî, malnişînkiriyan, xwendekaran, xwaziyarê karpêdan û karmendên pîşeya neft û gazê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de zêdetir ji 12 kombûnên nerizayetî, lidar xistin.

Pêka dawî raporên belavbûyî, roja Yekşemî 12ê Reşemeya 1403 a Rojî, li Rojhilatê Kurdistanê de, kedkarên palavtingeha Îlamê li wî bajarî de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û li derheq rewşa jiyanê nerizayetiya xwe dane xuya û daxwaza zêdekirina heqdestan bi pêka enfilasiyonê, hilveşandina şirketên girêbestkar, guherîna şêwaza karpêdan û çend mjarên din kirin.

Herwisa malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li bajarê Kirmaşanê de kombûneke nerizayetîyî li ber deriyê îdareya Kar a rêjîmê li wî bajarê de lidar xistin û daxwaziyên xwe yên çendbarekirî, dubare kirin.

li vê rojê de hejmarek ji kedkarên projeya şirînkina avê li bajarê Çabiharê, hejmarek ji çalakvanên medenî li bajarê Genawê, hejmareke din ji malnişînkiriyên îdareya muxabirat li bajarên wek Têhran, Ehwaz, Şûş û reştê, kombûnên nerizayetî, lidar xistin.

Li bajrê Îsfehanê û Qaimşehrê de jî malnişînkiriyên pîşeya Pola, hejmarek ji xwendekaran li bajarê Îranşehrê, hejmareke ji xwaziyarên karpêdan a zanîngeha bajarê Têhranê û kedkar û karmendên pîşeyî li şirketa Pêtropalavtingeha “Mekran” li bajarê “Cask”ê de kombûna nezayetî bi rê ve birin.