
Çend Şirketên berhemanîna şîr ên ser bi sapha pasdaran a terorîst, bi berhemanîn û belavkirina şîr li Belûçistanê, armanca nezokkirina mêran li Belûçistanê de hene.
Pêka raporeke tevgera “Dadxwahan û Azadigan” a Belûçistanê ku li kanala têlêgramiya “Raportêrên Belûç” de wek raporekê hatiye belav kirin, 3 şirketên berhemanîn şir ên bi navên “Birnard, Domîno û Panda” ku ser bi spaha pasdaran a terorîst û li jêr çavdêriyan wan de ne, madeya “DEHP” dikne nava Şîr de ku dibe sedema nezokbûna mêran û li Belûçistanê de bi nirxeke erzan tê firotin.
Vê tevgerê tevî huşdarîdan li vê derheqê de reagihand ku bi ti awayek nabe wî şîrê jehrî bi kar bînin.
Herwisa li vê raporê de hatiye ku li bajarê Têhranê de beşke taybet bo berhemanîna wan cure şîran hatiye avakirin ku wan berhemên jehrî bi taybet bo Belûçistanê berhem tînîn û li bajarên Belûçistanê de bi sedema hejarî û destkurtiya xelkê bi nirxeke kêmtir difroşin.
Herwisa li vê raporê de hatiye ku belgeyên hewce li vê derheqê de hene û armanca rêjîmê qirkirina bêdeng a xelkê Belûçistanê ye.