Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Her tişt ji kontirola rêjîmê derkevtiye û sernixûnî lezgîn bûye

11:49 - 4 Adar 2025

Rêjîma Îranê ku li heçî varekê de rastî şikestên mezin hatiye, û êdî şiyana xweragiriyê nemaye, deshilatdarên vê berbûne canê hev û wisa difikrin ku bi hezfa hevdu dê bikarin temenê rêjîmê dirêj bikin.

Mihemed Cewad Zerîf ku li kabîna Rûhanî de bo heyamê 8 salan wezîrê derve yê rêjîmê bû û di kabîna Pizişkiyan de Şêvrdarê Serkomar bû, Serokê dezgeha Dad a rêjîmê Xulamhusêyn Muhsiniyê Ejeyî daxwaz ji Zerîf kiriye ku dest ji karê xwe berde, wî jî bê rawestan ev kar kiriye.

Şerê deshilatdarên rêjîmê û hevdu hezifkirin roj bi rojê zêdetir dibe, çend rojekan berî niha jî Himetiyê wezîrê Abûriya rêjîmê li ser kar hate derêxistin.

Zerîf bi belavkirina peyamekê li torên civakî de ragihand: Serokê dezgeha qezayî bi amaje kirina bi rewşa welat, pêşniyar kir ku bi armanca pêşîgirtin ji givaşên zêdetir bo ser dewletê, ez dev ji karê nava dewletê de bikêşim û vegerme ser karê xwe yê berê anku ders gotina li zanîngehê, min jî bê yêk û du qebûl kir.

Zerîf gotiye li wî heyamî de ez û malbata xwe rastî gelek sivkatî û şikandin û tohîn û dijûnan hatin.