Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmên “Newroza Xakîpoşan” tevî hemû astengiyan, berdewam e

11:52 - 4 Adar 2025

Li rêûresmên Newroza îsal ku bi “Newroza Xakîpoşan” hatiye binavkirin, xelk li wan rêûresman de axabanî, hewrî û kincên xakî lixwe dikin û ji nasnameya xwe, xwedî derdikevin.

Rêjîma Îranê dixwaze bi her şêwazekê ku bikare û bi sepandina rewşa awarte û ewlehîkirina rewşê, rêgiriyê ji birêveçona rêûresma “Newroza Xakîpoşan” bike, lê xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi îradeya xwe, li bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê de rêûresma Newroza Xakîpoşan bi germûgiriyeke bê mînak bi rê ve dibin.

Rêjîma Îranê li hember îrade û xwesta nasnamexwaziya xelkê Rojhilatê Kurdistanê rastî şikestek mezin hatiye û şiyana rêgirîkirin ji lidarxistina wan rêûresman nîne. Bi awayek din xelkê Kurdistanê bi govend û dîlanê, bi gotina sirûdên netewî û lixwekirina kincên xakî û bikaranîna axabanî û hewriyan ji nasnameya netewiya xwe, xwedî derketine.

Li wan rêûresman de jin û keçan, mil bi milê hev digel mêran, li govendê û dîlanê, li gotina sirûdên hemasî û netewî, ji mafê netewiyê xwe, xwedî derketine û dane xuya ku li hember îradeya xelkê, ti hêzek nikare bisekine.

Rêûresmên hemasiye pêşwaziya Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê bala hemî xelkê Îranê û cîhanê bo aliyê xwe rakêşaye.

Di vê derfeta çend roje ku maye bo Newrozê ji aliyê çalakên navxweye welat ve amadekarî tête kirin ku li herêm û bajarên cuda cudaye Rojhilatê Kurdistanê de cêjn û merasimên mezin û girseyî pêk bînin û xelkê Kurdistanê bi armanca nîşandana çand û kultûra pêşkeftiye xwe, yêkî û yêkrêziya gelê Kurd, wekheviya jin û mêran, sirûştê rengîn û xweşe Kurdistanê, bangî her kesî û ji her neteweyekê dikin ku bo tevlîbûna ji nêz ve ye merasimê Newrozî serdana Rojhilatê Kurdistanê bikin.