Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên hov ên rêjîmê, xoserane êrîş kirine ser mala şehîdekî şoreşa Jînayê

11:53 - 4 Adar 2025

Hêzên hov ên ewlehiya rêjîmê li bajarê Şînoyê de bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî êrîş kirine ser malbat û mala mala şehîdekî tevgera “Jin Jiyan Aqzad”yê û tevî bêrîzîkirin bi malbata wî şehîdî, gef li wê malbatê xwarine.

Pêka rapora “Çaw News”ê, roja Duşemî 13ê Reşemeya 1403 a Rojî, hêzên hov ên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Şinoyê, bi awayê xoserane û bê belêgeya yasayî, êrîş kirine ser mal û malbata Şehîd “Ebdulselam Qadir Gelwan” ku yek ji şehîdên şoreşa “Jîna”yê ye, wan hêzan tevî bêrîzîkirin bi wî şehîdî û malbata wî, gef li bav û malbata wî xwarine û, mala babê wî şehîdî vekolîne û nasnameya bav û dayîka wî digel xwe birine.

Şehîd “Ebdulselam Qadir Gelwan” li pêvajoya tevgera “Jin Jiyan azadî”yê de li 30ê Xermaman a sala 1401 a Rojî bi gulleya nîşançiyên rêjîmê hate birîndarkirin û piştî 5 rojan bi sedema kûrahiya birîna xwe, li 4ê Rezbera 1401 a Rojî de li nexweşxaneya bajarê Urmiyê de şehîd bû. Li roja brîndarbûna Şehîd “Ebdulselam Qadir Gelwan” li vê xwenîşandana nerizayetiyê de, “Şehîd Emîn Meirifet ê temen 17 salî, Şehîd Sedredîn Lîtanê yê temen 28 salî û şehîd Mîlan Heqîqî” bi gilleyê nîşançiyên rêjîmê hatine şehîdkirin.