
Rêjîma Îranê li girtêgehên xwe li bajarên Zahidan, Gurgan, Amol, Meşhed, Tewrêz û Xuremabad û girtêgehên din de 24 girtî li rojekê de bidar vekirin.
Pêka dawî raporên belavbûyî, rêjîma Îranê li 11ê Reşemê de 7 kes bi navên “Besîr Rûdînî, Ferhad Dehmerdê, Mûsa Paheng, Qasim Qenberzekî, Murad Sabiro, Seidullah Zarêî û Asim Çarîkar, Asiye Qewîçêşm, Mesûd Berahûyî û Arif Sedîqpûr” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zahidanê de bidar vekirine.
Herwisa li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gurganê de “Îsmaîl Muzeferî û Yeiqûb Mîrzacanê” li 11ê Reşemê de hatine bidarvekirin.
Li vê rojê de li girtîgeha “Wekîlabad” a rêjîmê li bajarê Meşhedê de jî 2 bira yên bi navên “Xulamhusên Xelîlîfer û Îbrahîm Xelîlîfer” û Mêhrdad Kelbelî û 3 girtiyên din ku ev jî bira bûne bi navên “Celal, Cewad û Elîriza Afaq” ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirin û hevdem li girtîgeha rêjîmê li bajarê Amolê de jî “Erselan Paşa û Celal Şehsewar” hatine bidarvekirin.
Li vê rojê de 2 girtî yên din bi navên “Mihemd Eraqî û Ramîn Elayî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Tewrêzê de hatine bidarvekirin.
Pêka raporekê jî 2 girtî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qurwê de hatine bidarvekirin û pêka dawî zaniyariyan ev 2 girtî, kur û bav bûne lê nasnameya wan heta belavbûna vê nûçeyê, nehatiuye zanîn.
Herwisa li vê rojê de Mihemd Tevekulî, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Cîroftê de hatiye bidarvekirin.