Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binyamîn Netanyaho li derheq hilveşîna agirbestê digel Hemasê, huşdarî da

12:04 - 4 Adar 2025

Serokwezîrê Îsraîl ragihandiye ku hekî agirbesta li navbera Îsraîl û Hemasê hilveşe , ew dê xelkê bakûrê Xezê bo devera başûrê Xezê veguhaze.

Binyamîn Netanyaho li derheq hilveşîna agirbestê bi tekezî ragihan ku hekî Hemas xalên vê agirbestê ku yek ji wan azadkirina barimteyan e cî bi cî neke, dê xelkê devera bakûrê Xezê bo devera başûrê xezê bê veguhastin û berq dê bê qutkirin û şer careke din, dest pêbike.

Li vê derheqê de Hemasê ragihand ku Îsraîl bi tenê bi rêya veguherîna girtiyan dikare barimteyan bide azadkirin.

Li vê derheqê de Îsraîl kats ê Wezîrê Berevanî yê Îsraîl ragihand ku “hekî hemas barimteyan azad neke, derwazeyên Xezê dê bêne daxistin û derwazeyên dojehê dê vebin”.

Ji aliyê din ve Hemas, Îsraîlê bi binpêkirina agirbestê tawanbar dike û Îsraîl jî ragiahndiye ku her gefekê li ser xelkê xwe, bê bersiv nahêle.